Navenda Nûçeyan – Ajansa me, NûJINHA ku di 6’ê Çileya 2021’ê de dest bi weşanê kir, armanc dike ezmûnên jinan li seranserê Rojhilata Navîn eşkere bike û dengê jinên bûne hedefa şer, tundî, newekhevî û polîtîkayên serdest ên mêr, bide bihîstin. Li ser vê riya ku bi îdeala eşkerekirina ezmûn, têkoşîn û çîrokên jinan dest pê kiriye; îro bi saya hevkarî, hevgirtin û hewldanên jinan pir bihêztir bûye. NûJINHA ajanseke nûçeyan e ku bi nêzîkatiyek serbixwe, demokratîk û azadîxwaz a rojnamegeriya jinan dixebite. Xeta me ya weşanê li ser esasgirtina ezmûn, têkoşîn û rastiyên jinan, ragihandina dengê kesên ku ji hêla vegotinên serdest ve nayên dîtin û şahidiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê dike. Bûye qadeke medyayê ku jin dikarin xwe azad îfade bikin, ji bo zêdekirina destkeftiyên xwe têbikoşin û bi parvekirina ezmûnên xwe ruhê hevgirtinê xurt bikin. Ji bo me, rojnamegerî ne tenê li ser ragihandina nûçeyan e, di heman demê de li ser şopandina bi îsrar a rastiyê ye; li ser eşkerekirina dengê jinên ku di bin siya şer, zilm û newekheviyê de mane.
NûJINHA xwe digihîjîne hemû welatên Rojhilata Navîn
Xwedîbûna torek a nûçegihanan di erdnîgariyek berfireh ku hema bibêje tevî Îran û Efganistanê hemû welatên Rojhilata Navîn digre nava xwe; bi şeş zimanên cuda Erebî, Kurdî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî û zaravayê Soranî yê Kurdî weşanê dike, radixe ber çavan ku NûJINHA bûye toreke medyayê ya bihêz, dengê jinên herêmê ji sînoran wêdetir dibe. Ev tora berfireh ne tenê mezinbûna erdnîgarî ya ajansê, di heman demê de nîşan dide ka çawa bi saya ked, beşdarî û têkoşîna kolektîf a jinan li deverên cuda yên Rojhilata Navîn xurtir bûye. NûJINHA ajanseke nûçeyan e, bi saya hewldanên kolektîf ên jinan sînorên xwe derbas dike, dengê jinan digihîjîne hev û bi saya vê hevkariyê mezin dibe.
Ezmûna wê di navbera nûçe, nûçegihaniya qadê û rojnamegeriya lêkolînê de dewlemend bûye û her wiha çîrokên aktivîstan, parêzvanên mafan, siyasetmedar, akademîsyen û jinên xwedî ezmûnên cuda vedibêje, hevpeyvîn û sohbetên ku qada îfadeya fikir û nêrînan vedike digre nava xwe.
Hewl dide xwe bigîhîjine zêdetir jinan
Li gorî vê nêrîna weşanê, ajansa me pêdivî bi amûr û derfetên nû ku bikaribin bersiva pêdiviyên jinan bidin, ji nûbûnên teknolojîk ên roja îro sûdê bigrin ku gihîştin û xuyabûna naveroka xwe zêde bikin û bigihîjin zêdetir jinan heye. Ev pêdivî me ber bi wê yekê ve dibe ku em rêbaza xwe ya weşanê û binesaziya xwe ya dîjîtal ji nû ve binirxînin, hewl bidin xwe nû bikin û bi pêş bixin.
Di vê xalê de, girîng e ku pergala weşana dîjîtal a malpera ajansê ji nû ve bê nirxandin. Ev ne tenê wekî hûrgiliyeke teknîkî yan guhertineke di dîtbariya malperê de ye divê weke gaveke bingehîn ber bi baştirkirina temamiya operasyonên wê yên medyayê ve bê destgirtin.
Baştirkirina binesaziya malperê; divê ji nû ve rêxistinkirina beş û kategoriyan, baştirkirina dabeşkirina nûçe û raporan, hêsankirina gihîştina naverokê li gorî welat, mijar û ziman, xurtkirina optimîzasyona motora lêgerînê û baştirkirina pêşkêşkirina wêne û vîdyoyan û awayê weşandina lêkolînên demdirêj bigre nava xwe.
Pênc sal derbas bû
Malper êdî ne tenê navgîneke ji bo weşandina nûçeyan e, qada bîra saziyê, neynikek nasnameya wê ye û cihek e ku dîroka wê ya rojnamegeriyê bi xwendevanên xwe re aniye ba hev.
Zêdetirî pênc sal di ser damezrandinê re derbas bû, ajansa me bi derfetek ku ezmûna xwe nû bike, ji zanîna xwe ya berhevkirî sûdê bigre û ber bi qonaxek pêşketîtir û berfirehtir ve biçe re rûbirû ye. Di pênc salên borî de, me gelek nûçe, şahidî û ezmûn berhev kirin. Ajansê şahidiya veguherînên li herêmê kiriye; dengê jinên ku destûr nehat dayîn çîrokên wan ji bên jibîrkirin ragihand.
Xeyal mezin bûne
Lê rêwîtî bi tiştên ku hatine bidestxistin bi dawî nabe. Peyam tenê bi berdewamiya weşanê temam nabe. Pêşeroj pêwîstî bi amûrên nû, perspektîfeke nûvekirî û pergaleke xebatê heye ku ji rojnamevan û nûçegihanan re qadeke berfirehtir ji bo afirînerî û hilberînê pêşkêş bike heye.
Destpêka sala 2021’ê xeyalek ê medyayê ku dengê jinan bigihîjîne cîhanê bû. Îro, ev xeyal divê bi amûrên nûjentir, asoyên firehtir û fersendeke mezintir ji bo pêşketinê bê bicihanîn. Nûjenkirin ne dawiya serdemek e, destpêka serdemeke din e. Ne li ser devjêberdana tiştên ku me heta niha ava kirine, li ser avêtina gaveke ber bi avakirin û zêdebûnê ve ye.



